ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Îranê di pêvajoya şer de herî kêm 3 hezar û 646 kes hatin girtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku piştî şerê DYA-Îsraîlê li Îranê herî kêm 3 hezar û 646 kes hatine girtin. Hat ragihandin ku beşeke zêde ya girtinan piştî agirbestê pêk hatiye. -
Trump: Em ê bi Îranê re ‘Peymaneke Bêkêmasî’ îmze Bikin
Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku DYA dê di encamê de bi Îranê re “peymaneke bêkêmasî” îmze bike. -
Gefa êrîşa li dijî baregehên DYE’yê
Koma Seraya Ewliya Dem gef xwar ku ew ê tundiya êrîşên li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) zêde bikin. -
Heyeta Îranê ji bo hevdîtinan ber bi Pakistanê ve bi rê neket
Rêveberiya Tehranê nûçeyên têkildarî hevdîtinên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re yên li Pakistanê derewand. Çend saet beriya agirbestê, rewşa nediyar dewam dike. -
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Îranê, xwepêşandêrekî din serê sibehê bi hinceta tevlîbûna li çalakiyên şermezarkirinê darve kir. -
Li Xezeyê ji agirbestê û vir ve 780 kes mirin
Li Şerîda Xezeyê êrişên Îsraîlê dewam dikin. Nîvê şevê di du êrişên cuda de 4 kes mirin. Ji destpêka agirbestê û vir ve jî 780 kes mirin. -
Di xeta Îran-DYE'yê de rewşa nediyar mezin dibe
Hevdîtinên navbera Tehran û Washingtonê ku bi navbeynkariya Pakistanê têne kirin, demeke kurt beriya bidawîbûna agirbestê ber bi rewşeke nediyar ve çû. Tengava Hurmuzê careke din di krîzê de ye, gefên herdu aliyan dewam dikin. -
Nûnerên Îsraîl û Lubnanê wê li Washingtonê bicivin
Di çarçoveya lêgerîna ji bo asayîkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îsraîl û Lubnanê de, nûnerên her du welatan wê roja Pêncşemê di asta balyozan de wê li Washingtonê tûra duyemîn a hevdîtinan pêk bînin. -
Di şerê Rojhilata Navîn de rewşa dawî
Yekîtiya Ewropayê banga xwe ya ji bo çareseriya dîplomatîk a di şerê herêmê de dubare dike; di heman demê de nezelaliya li ser xeta Îran–DYA’yê û rageşiya li Tengava Hurmizê bandorê li bazarên cîhanê dike. -
Deriyê sînor ê Rebîa yê di navbera Iraq-Sûriyeyê de hat vekirin
Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê, îro deriyê sînor ê Rebîa yê di navbera Iraq û Sûriyeyê de vekir. -
Qonaxa danûstandinên Libnan û Îsraîlê: Armanc bi dawîkirina dagirkeriya li başûr e
Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun, ragihand ku armanca danûstandinên rasterast ên bi Îsraîlê re, bidawîkirina şer û dagirkeriya li başûrê Libnanê ye. -
Gelo Îran wê tevlî danûstandinên li Îslamabadê bibe?
Rayedarên Îranî diyar kirin ku wan hîn biryar nedane ku tevlî hevdîtinên aştiyê yên nû yên li Îslamabadê bibin yan na. -
Beriya ku agirbest biqede, alî zextê zêde dikin
Beriya ku agirbest biqede, rageşiya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê car din zêde bû. Fiyatên petrolê zêde bûn, alî gef û hemleyên xwe yên beramber zêde dikin. -
Îranê 2 girtî darve kir
Rejîma Îranê girtiyên siyasî Mûhammed Mesûm Şahî û Hamed Walîdî darve kir. -
DYE'yê êriş bir ser keştiya bi ala Îranê, Îranê soza bersivdanê da
DYE'yê li Derya Ûmmanê gule berda keştiyekê ku got, ya Îranê ye. Tehranê jî ragihand ku agirbest hatiye binpêkirin û gefa bersivdanê xwar. -
Parlamenterê Îranî: Pêvajoya muzakereyê ji xeynî xapandinê ne tiştekî din e
Mahmûd Nabavianê parlamenterê Îranî ku beşdarî hevdîtinên Waşîngton-Tehranê bûbû, diyar kir ku ev pêvajo "xapandin" e û got, Dijmin amadehiya operasyoneke nû ya leşkerî dike. Nabavian destnîşan kir ku heke êrişek pêk bê, dê bi tundî bersiv bidin. -
Çarçoveya Kordînasyonê ji bo diyarkirina serokwezîr sibê dicive
Di demekê de ku tê payîn di civîna sibê ya Çarçoveya Kordînasyonê de li Iraqê namzedê serokwezîriyê zelal bibe, Partiya Dewa ya Iraqê ragihand ku namzedê wan ê tenê Nûrî Malîkî ye. -
Trump careke din gef li Îranê xwar: Ger lihevkirinek nebe em ê binesaziya Îranê birûxînin
Serokê Amerîkayê diyar kir ku şandeyek welatî wê, ji bo jinûve danûstandinên têkildarî bidawîkirina şerê bi Îranê re sibe biçe Pakistanê. Trump diyar kir ku ger lihevkirineke çênebe wê binesaxiya Îranê birûxînin -
Li Îranê mal û milkên 63 kesan hatin desteserkirin
Navenda Medyaya Dadwerî ragihand ku mal û milkên 63 kesan hatiye tesbîtkirin, dest danîne ser û hesabên wan ên bankayê cemidandine. -
Li Lubnanê leşkerekî Îsraîlê mir, 9 jî birîndar bûn
Li başûrê Lubnanê di encama teqîna mayinê de leşkerekî Îsraîlê mir, 9 kes birîndar bûn. -
Îranê Tengava Hurmuzê jinûve girt
Îranê li hemberî dorpêça DYE'yê ya li ser bendergehên wê, kontrola li ser Tengava Hurmuzê jinûve şidand. Biryar çend roj beriya bidawîbûna dema agirbestê hate dayin. -
Îran beşek ji geştên hewayî vekir
Îranê, ragihand ku ew beşek ji geştên qada hewayî ji bo veguhestinê vekirine. -
Îran: Em parêzvanên Tengava Hurmuzê ne
Tehranê ragihand ku di pêvajoya agirbestê de trafîka keştiyan dê di bin kordînasyona wan de berdewam bike. -
Îsraîlê tevî agirbestê jî bi balafirên bêmirov êrîş kir
Rayedarên parastina sivîl ya li Başûrê Lubnanê ragihandin ku Îsraîlê motorsîkletekê hedef girt û di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da. -
Trump îdia kir ku Îran êdî tu carî Tengava Hurmuzê nagire
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan bi Îranê re li ser negirtina Tengava Hurmuzê li hev kiriye. Trump destnîşan kir ku ev lihevkirin ne girêdayî agirbesta li Libnanê ye.